Hêştirmeyên ku welatê wan Afrîka ye, adabteyî şert û mercên dijwar ên zivistanê yên Qersê bûn
Kars
Hêştirmeyên mezintirîn çûkên ser rûyê erdê yên ku nikarin bifirin, xwe li gorî serma û seqema Qersê veguncandin.
Hêştirmeyên ku welatê wan Biyabana Sehrayê ya Mezin a Afrîkayê ne, weke îroyîn li gelek cihên cîhanê tên xwedîkirin. Ev nêzîkî 2 salan e jî xwe li gorî serma û seqem, şert û mercên dijwar ên zivistanê yên Qersê veguncandin.
Metîn Tetikê bavê 3 zarokan yê berî ku vegere bajarê xwe yê jidayikbûnê Qersê li Stenbolê karê dekorasyonê dikir, xewna xwe ya xwedîkirina hêştirmeyan pêk anî
Tetikê ku li gundê Esenkentê yê ser bi navendê va, dest bi xwedîkirina hêştirmeyan kiriye, ev 2 sal in di zivistana dijwar da wan bi xwedî dike.
Di rojên ku germahiya hewayê dadikeve binê sifirê bi qasî 31 pileyan jî, hêştirme êdî li ber xwe didin û dikarin bi hêsanî li deverên bi berfê nixumandî bigerin.
Metîn Tetîkê xwedîkerê hiştirmeyan, ji nûçegihanê AAyê ra got ku hêştirme êdî adabteyî şert û mercên Qersê bûne û got, "Şert û mercên wan ên avhewayê yên taybet nînin; dema ku min ew kirîn hê cûcik bûn. Ew zivistana xwe ya duyemîn derbas dikin û bi tu awayî nexweş neketin. Em pir rehet in, ew pir xweşik in, ew di berfê da dilîzin, dema ku berf dibare ew kêfxweş dibin. Em him havîn û zivistanê ceh, genim û zadê hêrayî didin wan."
Tetik diyar kir ku lênihêrîna van ajelan ne dijwar e û ew jî dikarin xwe biguherînin û wiha got:
"Welatê wan Afrîka ye, lê tevî vê yekê jî, em wan li Qersê di germahiyên di bin sifirê da 20 heta 25 pileyan da xwedî dikin. Ev 3 zivistan in bê pirsgirêk derbas bûn; hûn tenê hewce ne ku baş li wan xwedî derkevin û bala xwe bidin wan. Bi hêvî me, emê di havînê da hêkan bistînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
