Gundên çiyayî yên Mûşê bi berfê spîçîl bûn

Muş
Li Mûşê serê sibehê berfê dayê û gundên bilind bi berfê spî bûn.
Li bajêr duh baran barî û serê sibehê li deverên bilind berf ket.
Rêncberan çavê xwe di nava berfê da vekirin û heywanên xwe li ser berfê alif kirin.
Ji gundiyan Nizamettîn Omur got ku berfa ewil a demsalê barî û wiha dewam kir, "Berf barî, cemed çêbû. Jiyana me wiha dewam dike. Hin salan berf 5 mehan li erdê dimîne. Îsal zû barî. Ji ber ku gundê me bilind e, cara ewil li vê derê dibare."
Rêncber Talha Yondem jî wiha got, "Em ê li ser berfê gihê bidin heywanan. Heta biharê wê êdî wiha be. 20 sal e ez li gund rêncber im. Her sal wiha derbas dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.