Guleberojên ji bo rûn dê Deşta Qersê bixemilînin
- Enver Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Qersê: - "Me îsal bi hîbeya ji sedî 75an va tovê guleberojên ji bo rûn li cotkarên xwe belav kir ku têra 2 hezar û 250 dekar erdî dike"

Kars
CUNEYT ÇELÎK - Li Qersê qada zeviyên guleberojan bi piştgiriya tovê va ya ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanê hat dayîn, li gorî par ji sedî 50 zêde bû.
Li tevahiya bajêr di 2024an da guleberoj di 1500 dekar erd da hatin ajotin. Eleqeya gel a bo guleberojan bi projeyên Wezareta Çandinî û Daristanê va zêde bû.
Nexasim bi dayîna tovê va ya ku jê ji sedî 75 wekî hîbe hat belavkirin, hilberîneran berê xwe da guleberojên ji bo rûn.
Li Deşta Qersê ya ku erdnîgariyeke mezin dide ber xwe, îsal di 2 hezar û 250 dekar erdî da bi piştgiriya dewletê va tovê guleberojê ji bo rûn hat reşandin.
Enver Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Qersê ji bo peyamnêrê AAyê bal kişand ser giringiya guleberojên ji bo rûn û got ku wan tovê guleberojan li navenda bajêr û 4 navçeyan di zeviyan da reşandin.
Aydin her wiha destnîşan kir ku ji bo hêşînbûna guleberojan ax û şertên avûhewayê yên Qersê guncav in û wiha dewam kir, "Me îsal bi hîbeya ji sedî 75an va tovê guleberojên ji bo rûn li cotkarên xwe belav kir ku têra 2 hezar û 250 dekar erdî dike."