Guldexwînên zer tebîeta Sariqamîşê xemiland
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê guldexwînên zer yên ku biharê dibişkivin tebîet xemilandin.
Guldexwînên zer yên ku li herêmên Soguksu, Suludere û Keklika 10 kîlomêtro dûrî Sariqamîşê ne û 2 hezar û 500 mêtro bilind derdikevin bala wênekêşan dikişînin.
Turhan Koçaşê wênekêş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal bihar dereng hat û tebîet dereng şên bû.
Koçaş diyar kir ku ji kişandina wêneyên kulîlkan hez dike û wiha got, "Guldexwîna zer kulîlkeke endemîk e û em ji bona wêneyan bikişînin hatine herêmê. Hewa gelekî xweş e û her der bi kulîlkan xemiliye. Em jî wêneyan dikişînin."
Şenay Vanliya bi amatorî wêneyan dikişîne jî destnîşan kir bi hevalên xwe ra ji bona wêneyan bikişîne derketine ger û geştê û got ku piştî baranê tebîet şên bû û em jî wêneyan dikişînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.