Guldexwîna ku li Hewzeya Çemê Feratê hat keşifkirin, bû cisnê 56em ê Tirkiyeyê
Guldexwîna li Diyarbekirê li Çiyayê Bosmanê û li Elezîzê li Çiyayê Hazarê hat keşifkirin, bi navê "Fritillaria avzemiae" di cîhana zanistê da hat nasandin

Diyarbakir
Laleya serserkî (guldexwîn) ya ku li Hewzeya Çemê Feratê hat keşfkirin, wekî cisnê 56em ê Tirkiyeyê di cîhana zanistê da hat nasandin.
Wênegirê suriştê û mamosteyê perwerdeya taybet Muhammed Yalçinê ku li Diyarbekirê dijî û 13 sal e wêneyên minminîk û kulîlkan dikişîne û wan qeyd dike, par hilkişiya serê Çiyayê Bosmanê yê ku raqima wê 2 hezar û 200 e û li navçeya Çunguşê ya ku li Hewzeya Çemê Feratê dimîne.
Yalçin dema ku derket serê çiyê, cara ewil rastî guldewînê hat, wêneya wê kişand û wêne bi akademîsyenên pisporên qadê ra parve kir.
Biyologê pispor Veysel Sonayê ku li Elezîzê dijî, heman cisn vê carê li serê Çiyayê Hazarê dît ku li Hewzeya Çemê Feratê dimîne. Sonay jî wêneyên di destê xwe da ji Yalçin ra şandin.
Prof. Dr. Mehtap Tekşena Endamê Hîndekariyê yê Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Aksarayê, biyologê pispor Veysel Sonay, pisporê botanîkê Doç. Dr. Mehmet Maruf Balos, biyologê pispor Dr. Mustafa Keskin û wênegirê siruştê Muhammed Yalçin der heqê vê guldexwînê da xebat da destpêkirin.
Di encama xebatê da hat tesbîtkirin ku ev laleya serserkî, cisnekî nû ye û di lîteraturê da cih nagire.
Bi etfa navê Avzema keça biyolog Sonay va navê laleyê wekî "Fritillaria avzemiae" hat danîn û bi Tirkî jî wekî "Laleya Sarikizê" hat qeydkirin. Ev cisnê laleyê di komara lêkolînên zanistî ya navneteweyî "International Journal Of Nature And Life Sciences" da hat weşandin.