Jiyan

Guldexwînên binevşî yên ku li quntara Çiyayê Palandokenê vebûn, herêm xemilandin

Yunus Okur  | 11.05.2025 - Rojanekırın : 12.05.2025
Guldexwînên binevşî yên ku li quntara Çiyayê Palandokenê vebûn, herêm xemilandin

Erzurum

Çiyayê Palandokenê yê ku yek ji navendên turîzma zivistanê yên girîng ên Tirkiyeyê ye, bi guldexwînên ku rengên wan binevşî ne va xemilî.

Guldexwînên ku li herêmê di nav nebatên endemîk da cî digirin, bi hatina biharê ra quntara Çiyayê Palandokenê ya ku 2 hezar û 500 mêtro bilind e rengîn kirin.

Ev kulîlk dema bihar tê û berf dihele vedibin û qasî mehekê quntara çiyê dixemilînin.

Kesên ku wênekêşiyê hez dikin, dem demî tên vê derê û dîmenên guldexwînin binevşî dikşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın