Gulên Mihemediyeyê yên ku berê baxçeyên Dîyarbekirê dixemilandin di serayan da tên parastin
Diyarbakir
Gulên Mihemediyeyê yên ku berê baxçeyên Dîyarbekirê dixemilandin niha di serayan da tên gihandin ku bên parastin.
Ev cure gul berê li Diyarbekirê salê carekê qasî 20 rojan vedibûn û paşê diçilmisîn.
Ji bo ku ew wek berê berbelav bibin, di serayên Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Çandiniyê ya Navneteweyî ya GAPê da xebat tên kirin.
Endazyarê Çandiniyê Dr. Fethullah Tekîn ê di beşa tibî û aromayê ya navendê da dixebite daxuyand ku ew gulên Mihemediyeyê yên ku hindik maye ji holê rabin diparêzin û çandiniya wan dikin ku ew zêde bibin.
Hîndekarê Şaxa Makezanista Kîmyaya Analîtîk a Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doçent Dr. Mustafa Abdullah Yilmaz jî got ji bo ku gulên Mihemediyeyê yên ku dîroka wan digîhêje beriya zayînê sala 2600î dîsa li Dîyarbekirê zêde bibin û neyên jibîrkirin, xebat tên meşandin.
Yilmaz wiha axivî: "Ew guleke pir taybet e û salê carekê 20 rojan vedibe. Di vê heyama kurt da, mirov ji pelên vê gulê riçal û şerbetên taybet çêdikin. Ev gul pir cuda ye, xwedî bêhn û aromeyeke cuda ye. Dîroka wê digîhêje beriya zayînê."
