Orhan Pehlül
22 Adar 2022•Rojanekirin: 26 Adar 2022
Qismekî Bendava Çatê dikeve nav sînorê Çelîkhana navçeya Adiyemanê û "Gravên avjen" ên ku dikevin aliyê Çelîkhanê, qerimîn.
Her sal di her demsalê da gelek kes seba giravên avjen navçeyê ziyaret dikin. Ji ber ku li navçeyê hewa pir sar bû, girav jî qerimîn.
Piştî ku girav qerimîn, kesên ku kişandina wêneyan û siruştê hez dikin, berê xwe dan herêmê ku vê dîmena xweş bibînin û bikişînin.
Şaredarê Çelîkhanê Mustafa Bulut diyar kir, kesên dixwazin giravên avjen bibînin, bira kerem bikin û werin navçeyê.