Jiyan

Goştê qurbanên li gund serjê dikin li her kesî mîna hev belav dikin

Nihat Kavşut  | 01.08.2020 - Rojanekırın : 03.08.2020
Goştê qurbanên li gund serjê dikin li her kesî mîna hev belav dikin

Şırnak

 Li Geçîtboyuya gundê Şirnexê edeta qurbanê ya 300 salî hê jî didome.

Gundiyên li Geçîtboyuyê her sal di roja duyemîn ya Eyda Qurbanê da goştên qurbanê li cem hev kom dikin û li her kesî mîna hev dabeş dikin.

Bi saya vê edetê li gund tu mal bê goşt namîne.

Şemsettîn Zeyrekê mixtarê gund diyar kir ji bona eyda qurbanê 12 dewar û 13 pez serjê kirine û wiha got: "Gundî qurbanên xwe li vê meydanê serjê dikin. Peyra goşt li her kesî tê belavkirin. Li gund 205 mal hene û serê malê 5 kîlo goşt dikeve. Kesên qurban dane û nedane jî heman parê hildide. Ev edet ji bav û kalên me maye. Em jî dixwazin derbasî neviyên me bibe."

Ji gundiyan Haci Çakir destnîşan kir ji bona di serjêkirina qurbanan da bibin alîkar, hatine meydanê û got ku para dewlemend û xizanan jî eynî ye.

Guhdar Zeyrekê meleyê gund diyar kir ev edet dibe mînak û got ku ev jî aqûbeta me zêde dike.

Abdulkerîm Çoban jî destnîşan kir hatiye alîkariya mezinên gund bike û got ku ewê edetê berê bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın