Haydar Şahin
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li Ovacixa bi dewlemendiya tebîet, çand û dîrokî tê zanîn bi hatina biharê va tebîet kesk û hêşin bû û dîmenên kaw derketin holê.
Navçeya bi jiyana biyanî û floraya dewlemend tê zanîn bi golên berfê va jî balê dikişîne. Hingî hewa germ dibe berf dihele û erd reş dibe, golên berfê yên li Geliyê Mircanê ziyaretvanan şaş û metel dihêlin.
Dora golên 12 kîlomêtre li dûrî gundê Şahverdiyê bi çiyayên bilind hatiye pêçan, ava golê hêşin dike û di nav tebîeta xweşik da bala tebîethez û wênekêşan dikişîne.
Ziyaretvanên golên li dora wan berf hene ziyaret dikin û di nav tebîeta rengîn da digerin dema vedigerin malên xwe jî jî di rê da çav bi bizinkoviyan û hirçan dikevin.
Îsmaîl Ateşê tebîethez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Ovacix bi tebîeta xwe ya destlênedayî va eleqeyê dibîne.
Ateş got ku bi hatina biharê Ovacix zehf xweş dibe û wiha pê da çû: "Ez li gelek ciyên Tirkiyeyê geriyam û ciyekî wekî Ovacixê zor tê dîtin. Ev dera bi tebîeta bêhempa, bi sedan cureyên heywanên kovî û nebatên endemîk va zehf xweş e. Em îro jî derketin Geliyê Mircanê û li vê derê 3 golên berfê hene. Golên li vê derê bêhempa ne û zehf kaw in."