Gola Masiyan di betlaneya eydê da xalî nebû
Şanlıurfa
Gola Masiyan a dîrokî a li Şanliurfayê di 9 roj betlaneya Eyda Remezanê da xalî nebû û gelek kesan berê xwe da vê derê.
Ji gelek bajarên cuda ên Tirkiyeyê welatiyan seba eydê berê xwe da Şanliurfayê û Gola Masiyan ziyaret kir.
Li derdora golê qerebalixî çêbû û ziyaretvanan êm da masiyan û wêne kişandin.
Ji ziyaretvanan Eyup Gunduzê ku ji Stenbolê hat, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi malbata xwe va seba 9 roj betlaneya eydê hat herêmê.
Gunduz got ku wan Diyarbekir, Mêrdîn ziyaret kirin û herî dawî jî wan Şanliurfa ziyaret kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.