Jiyan

Gola Krater a Nemrûdê ya li Bidlîsê bi pêvajoya asayîbûnê ra cardin hemêza xwe ji kampvanan ra vekir

Ahmet Okur  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 12.06.2021
Gola Krater a Nemrûdê ya li Bidlîsê bi pêvajoya asayîbûnê ra cardin hemêza xwe ji kampvanan ra vekir

Bitlis

Gola Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê ku gola herî mezin a krater ya Tirkiyeyê ye, bi destpêkirina pêvajoya asayîbûnê ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) va dîsa bû ciyê ziyaretê yê xwezahezên xwemalî û biyanî.

Gola Nemrûdê ya ku raqima wê 2 hezar û 250 ye, piştî bidawîbûna sînordarkirinan bi menzereya xwe ya newaze va dest bi ezimandina xwezahez û wênehezan kir.

Koma nêzîkî 50 kesî ya ji çaraliyê welêt hat bajêr, çû dîtina Nemrûdê ku digel bedewiyên xwe yên xwezayî, bi golên sar û germ û her wiha şikefta cemedê va geştiyaran cezb dike.

Xwezahezan li ber menzereya golê konên xwe vegirtin û kamp kirin. Xwezahezan li kêleka golê agir vêxistin û wêneyên stêrkên ku şewq dan tarîtiya şevê kişandin.

Xwezahez Deniz Balaman ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi destpêkirina pêvajoya asayîbûna gavbigav va wan biryar da ku bên ziyareta Gola Krater a Nemrûdê.

Balaman bal kişand ku serdema şewba pir dijwar û bi stres derbas bû û lewma jî bi destpêkirina pêvajoya asayîbûnê û germbûna dinyayê va wan biryar da ku kampê bikin û wiha dewam kir:

"Xwezaya vê derê pir newaze ye. Em dixwazin herkes were û vê derê bibîne. Di 2020-2021ê da ji ber tedbîrên Kovîd-19ê rojên me timî di mal da derbas dibûn. Çawa ku pêvajoya asayîbûnê dest pê kir, me xwe berda nava xwezayê. Me stresa salê li vir ji ser xwe avêt. Me kampeke xweş kir."

Firdevs Karayelê jî diyar kir ku wê cara ewil li vê derê kamp kir û her wiha wê stresa ji ber Kovîd-19ê bi kampa li xwezayê ji ser xwe avêt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.