Jiyan

Gola Hezarê ji kesên ku germê aciz dibin ra bûye cihê bêhnvedanê

Suat Öztürk  | 03.08.2025 - Rojanekırın : 05.08.2025
Gola Hezarê ji kesên ku germê aciz dibin ra bûye cihê bêhnvedanê

Elazig

SUAT OZTURK - Gola Hezarê ya li Sîvrîceya navçeya Elezîzê bi bedewiya xwe ya siruştî ya bêhempa, perav, cihên kampê û tesîsên xwe va mazuvaniya kesên ku ji germê aciz bûne û dixwazin bêhna xwe vedin, dike.

Gola Hezarê ya ku 26 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e bi peravên xwe yên 56 kîlomêtroyî di navbera çiyayên Hezarbaba û Mastarê da ye.

Gol di vê kelekela havînê da ji bo kesên ku li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn cihê bêhnvedanê ye û hemû otel, mêvanxane, pansiyon û qadên kampê bi mêvanan tije bûn.

Mehmet Bahçeciyê li devê golê xwedî kargehekê ye ji nûçegihanê AAyê ra got ew li Gola Hezarê mêvandariya kesên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê hatine dikin û wiha axivî: "Bi germbûna hewayê ra eleqeyeke zêde çêbû. Ji ber ku gola me bisoda ye ji bo kesên ku dixwazin zû reş bibin cihekî navdar e. Îsal li gor hêviya ku em bendê bûn zêdetir ziyaretvan hene. Em dibînin ku mêvanên me ji vir pir kêfxweş vediqetin."

Bahçecî got li cihên seyranê û plaj jî di nav da ew rojê mazuvaniya qasî 10 hezar kesî dikin û anî ziman divê mêvan beriya ku bên golê hefteyek berê qeyda xwe bikin ku paşê ji bo wan nebe pirsgirêk.

Firat Şeyhanogluyê cara ewil ji Bîngolê hatiye Gola Hezarê got ev der ji bo wan nîmeteke mezin e û ew ê ji vir pê va her tim bê vê derê.

Yalçin Dînçê ji Almanyayê hatiye jî got ew bi malbatî li vir dema xwe xweş derbas dikin.

Yusuf Guneş û Bariş Ozturk jî anîn ziman ku Gola Hezarê ji bo herêmê cihekî gelekî xweş e û mirov dikare bi malbatî li vir bêhna xwe vedin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın