Jiyan

Gola Hazarê ya ku berfê dora wê pêçaye, mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike

İsmail Şen, Fevzi Dağ  | 11.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Gola Hazarê ya ku berfê dora wê pêçaye, mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike İsmail Şen

Elazig

 Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê Gola Hazarê zivistanê bi dîmena xwe ya ku berfê derdora wê pêçaye va mazûvaniya ziyaretvanên xwe dike.

Gol 25 kîlomêtre dûrî navenda bajêr, ber rêya Elezîz-Diyarbekirê ye. Rûyê golê 81 kîlomêtreqare ye, dirêjahiya qeraxên wê 56 kîlomêtre ye. Gol bi plaj, qerax û qadên xwe yên seba kamp û velezînê va mazûvaniya mêvanên xwe dike.

Gola Hazarê bi rengên siruştê va her demsal xweş dibe, zivistanê jî berfê derdora golê û çil û çiyayên dora golê xemilandine, di nava çiyan da şînahiya golê xwe nîşan dide.

Serokê rêvebirina fîrmayeke tûrê Erol Altunbaş ji nûçegihanê AAyê ra got ku gol seba Elezîzê dewlemendî ye, divê were parastin.

Xwediyê dezgeheke dora golê Tayfun Dogan jî got ku Gola Hazarê her demsal tê ziyaretkirin û ji mêvanan xalî nabe.

Ji ziyaretvanan Îrfan Guzel jî diyar kir, dema ku berf dikeve, meriv li dora Gola Hazarê hizûrê dibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın