ARDAHAN
Li Ardahanê ji ber sermayê gola Çildirê qerisî. Ev gol her zivistan ji ber sermayê diqerise lê îsal li gor salên borî 10 roj berê cemed girt.
Ji masîgirên golê Atalay Ûzûnkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê de diyar kir ku golê ji ber hewaya sar cemed girtiye û li hin deran qalindiya cemedê bihustek e û wiha dewam kir:
"Gola me wek her sal dîsa qerisî, me got ya Xwedê û dest pê kir. Ji bo me êdî tûrîzma zivistanê dest pê kir. Hin kes bi tenê ji bo ku bikaribin li ser vê cemedê bigerin tên vê derê. Ev rewş nêzî 3 mehan didome. Bi vê sayê hin hevalên me jî debara xwe dikin. Welatiyên ku dixwazin li ser cemeda golê bigerin em wan li xizangên hespan siwar dikin û li ser golê digerînin. Em hinek cemed dişkênin û masiyan digrin."