Ali Çelik
26 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Gola Bendavê ya Zernekê ya li Gurpinara navçeya Wanê ji ber sermayê bi qeşa û berfê nixûmî.
Li bajêr piştî ku berf barî hewa sar bû, çem û golan qeşa girt.
Germahiya hewayê dem demî di binê sifirê da heta 20 pileyan daket, rûyê Gola Bendavê ya Zernekê ya li navçeya Gurpinarê qeşa girt.
Hewzên masiyan û kelekên masîvanan di nav berf û qeşayê da man.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Yakup Ayten ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li bendavê 5 tesîsên masiyan ên deqsor ên ku salane 1250 ton masî jê tê hilberîn hene.
Ayten got di bendava ku qeşa girtî ye masiyên deqsor hene û wiha axivî: "Di bendavê da hîlberîna masiyan dewam dike. Niha êm nayê dayîn, lê dema qeşa bihele wê dîsa dewam bike. Rêjeya tijîbûnê ya bendavê ji sedî 50-55 e. Dema ku di meha adarê da baran bibare, em wisa difikirin ku ev rêje wê zêde bibe. Em hewl didin ku li cem hîlberînerên xwe bin."