Girava Akdamarê ku bi berfê spîçîl bûye ziyaretvanan hejmetkar dihêle
Girav û Dêra Akdamarê ku ji nirxên dîrokî û turîstîk ên herî girîng ên Wanê ye, par ji hêla 225 hezar û 117 kesî va hat ziyaretkirin

Van
Girava Akdamarê û dêra li giravê ku hersal bi hezaran turîstên biyanî û xwemalî diezimîne, piştî berfbarîna li parêzgeha Wanê spîçîl bû û bi vê dîmena xwe ya berfêlêkirî va turîstên biyanî û xwemalî hejmetkar dihêle.
Girava Akdamarê ya li navçeya Gewaşê ku bihar û havînê cuda cuda bedew e, demsala zivistanê jî bi berfbarînê ra spîçîl bû û dîmenên newaze derxistin holê. Girava ku yek ji destinasyonên herî girîng ên bajêr e, par ji hêla 225 hezar û 117 kesî va hat ziyaretkirin.
- "Liv û lebata di turîzmê da gelekî bi kêrî bajêr tê"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Muzafer Aktug di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Girava Akdamarê, mekaneke girîng a turîzmê ya hem herêmê û hem jî parêzgehê ye. Aktug destnîşan kir ku girav her demsal cuda bedew e û wiha dewam kir:
"Sala 2018an 157 hezar û 440 kesî, sala 2019an jî 225 hezar û 117 kesî girav ziyaret kir. Li gorî salên çûyî hejmara ziyaretvanan gelekî zêde bûye. Sedema sereke ya vê yekê jî aramiya li herêmê ye. Van axiriyan bi geştên çandî, ji her derê Tirkiyeyê bo parêzgeha me turîst adeta diherikin. Dîsa em ji Îran û Iraqê jî mêvanên biyanî diezimînin. Liv û lebata di turîzmê da gelekî bi kêrî bajêr tê."
Okan Onturk ku ji wênekişandinê hez dike jî diyar kir ku kengê firsenda wî çêdibe, ew tê dîtina girava newaze û ji xwe ra wêneyan dikişîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.