"Girê cemedê" yê Palandokenê adrenalînhezan diezimîne
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokena Erziromê ku li dinyayê yek ji navendên sereke yên turîzma zivistanê ye, parqa cemeda çêkirî ya ku li navendê hat vekirin û 20 metre bilind û 150 metre jî ber e, adrenalînhezan diezimîne

Erzurum
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokena Erziromê ku li dinyayê yek ji navendên sereke yên turîzma zivistanê ye, parqa cemeda çêkirî ya ku li navendê hat vekirin û 20 metre bilind û 150 metre jî ber e, bala adrenalînhezan dikişîne.
Li Palandokena ku ji asta behrê 3 hezar û 176 metre bilindtir e, parqa cemedê ku bi hewildanên Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin li pîsta başûr a 2 hezar û 200 metreyî hat çêkirin, ezimandina werzişhezan didomîne.
Parqa mîna "girê cemedê" bi ava ku bi boriyê tê veguhestin va gava germahî dikeve binê sifirê di maweyeke kurt da çêdibe.
Li parqa cemedê ya 20 metre bilind û 150 metre jî biber e, wezişvanên Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê, Kuluba Werzişê ya Zanîngeha Ataturkê û Kuluba Kaşûnê ya Erziromê hildikişin ser girê cemedê.
Ece Naz Şenolê ku ji Trabzonê hat û di parkûrê da hildikişe ser girê cemedê, di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Mirov hinekî ditirsîne, lê ji xwe kelecanîbûn jî di vê yekê da ye. Werin Palandokenê hilkişin ser cemedê, zehf xweş e. Di hilkişîna xwe ya cara ewil da belgefîlmên ku min temaşe kirine hatin ber çavê min."
Peywirdarê lêgerîn û xilaskirinê Rahman Murat Turkmen jî diyar kir ku ew li benda meraqdarên hilkişîna ser cemedê ne û wiha got, "Hem hevalên me yên ku hildikişin ser cemedê û hem jî turîstên xwemalî û biyanî eleqeyê nîşanî parqê didin."