Önder Beyter
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
BITLÎS/MÛŞ
Welatî eleqeyeke germ nîşanî Ekspresa Vangoluyê ku sefera Enqere-Tetwanê dike, didin.
Ekspresa Vangoluyê ku sefera Enqere-Tetwanê dike, di nava deşt û bedewiyên xwezayê ra derbsa dibe û herwiha ligel dîmenên newaze derfeta seyahetê pêşkêşî rêwiyên xwe yên xumalî û biyanî dike.
Ekspresa Vangoluyê ya ku guzergeha wê ji Enqereyê dest pê dike û ji parêzgehên wekî Kirikkale, Qeyserî, Sêwas, Meletî, Elazig, Bîngol û Mûşê derbas dibe û digihîje Tetwana navçeya Bitlîsê, ji bo tûrîzma bajêr û ya herêmê jî pir kêrhatî ye.
Rêwiyên ku ji parêzgehên cuda bi ekspresê tên Gara Mûşê, pêşiyê Deşta Mûşê ya ku bi hatina biharê ra rengrengî bûye, pêşwaziya wan dike.
Rêwî ji xeynî vê li Bitlîsê ligel xwezaya kesk kêfa dîtina dîmenê newaze yê Çiyayê Ataturk, Çiyayê Nemrûdê û Gola Wanê derdixin.
Kesên ku Ekspresa Vangoluyê ku ji 8 vagonan pêk tê û kapasîteya wê jî 320 rêwî ye tercih dikin, wê yekê jî îhmal nakin û wêneyê cih û war û herwiha deşt û newalên ku bi rengên xwezayê xemilîne, dikişînin.