Jiyan

Germavên Diyadînê payîzê dibin binkeya kesên ku li şifayê digerin

Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê ku yek ji deverên sereke yên turîzma Rojhilatê Anadoluyê ne, payîzê kesên ku ji bo pirsgirikên tenduristiyê yên wekî çerm û romatîzmayê şifayê digerin, diezimîne.

Önder Beyter  | 19.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Germavên Diyadînê payîzê dibin binkeya kesên ku li şifayê digerin ( Abdullah Söylemez - Anadolu Ajansı )

Ağrı

 Li Diyadîna navçeya Agiriyê ku yek ji navendên sereke yên turîzma termalê ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, germavên li herêma 48 kîlometrekareyî payîzê kesên ku şifayê digerin, diezimîne.

Germavên 10 kîlometre dûrî navenda navçeya Diyadînê yên ku van axiriyan bi çêkirina tesîsên çavkaniyên jeotermal va hejmara wan zêde bûne, wekî yek ji navendeke sereke ya turîzma jeotermal a herêmê derdikeve pêş.

Germavên li herêmê sal 12 meh xizmetê didin welatiyên ku ji bo pirsgirikên tenduristiyê yên wekî çerm û romatîzmayê şifayê digerin.

- Li germavan mesafeya civakî û hesasiyeta paqijiyê

Li germavên ku di serdema cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hinekî girtî man û bi pêvajoya asayîbûnê ra dîsa deriyên xwe vekirin, rêgezên mesafeya civakî û paqijiyê tên cîbicîkirin.

Malbatên ku tên germavên ku payîzê jî qelebalix in, li vê derê di çardaxan da wextê xwe derbas dikin, ji xwe ra pîknîk dikin û dû ra jî tevî zarokên xwe dikevin hewzên sergirtî da ku şifayê bibînin.

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Agri Îbrahîm Çeçen û Endamê Hîndekariyê yê Beşa Coxrafyayê ya Fakulteya Fen Edebiyatê Prof. Dr. Faruk Kaya di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Germavên Diyadînê û qada wê ya jeotermal li ser qadeke qedera 48 kîlometrekareyî ye.

Kaya diyar kir ku ji vê qadê jî 24 kîlometrekare jê qada jeotermal a potansiyel e ku ev yek zehf girîng e û wiha dewam kir:

"Qada jeotermal li Diyadînê di germkirina xanî û avahiyên fermî da pir hindik tê emilandin, ji xeynî vê di seravaniya ku qadeke veberhênanê ya zehf girîng e da tê emilandin. Bi rastî emilandina di warê seravaniyê da ji hêla Tirkiye û herêmê zehf girîng e. Li devera herî sar a Tirkiyeyê di serayê da 12 mehan domates tê ajotin ku ev nîşan dide bê ka enerjiya jeotermal çiqas girîng e. Heger ev enerjiya jeotermal mîna vê qadê baş û di cih da were emilandin, qedera xeyîdî ya parêzgeha Agiriyê ya ku parêzgeha herî paşdemayî ya welatê me ye dê vegere û geş bibe."

Kargerê germavê Orhan Ozden jî diyar kir ku wan qedera 5 milyon lireyê Tirk li tesîsa ku otel, seyrangeh û hewzên taybet û giştî lê hene, xerx kir.

- "Em di standardên Ewropayê da hewzan çêdikin"

Mehmet Ozden ku kargeha germavê ya li herêma jeotermal bi alîkariya dewletê mezin kir jî wiha axivî:

"Em di standardên Ewropayê da hewzan çêdikin. Aniha hewzên me yên di qonaxa înşeatê da hene. Em hewzên ku ser ode, binî hewz in çêdikin. Em cihên wisa çêdikin ku turîstên biyanî gava hatin, dê bikaribin bi hefteyan li vê derê bimînin û xwe rihet bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın