Jiyan

Germahiya hewayê vê hefteyê jî wê li gor demsalê zêde be

Fatma Sevinç Çetin  | 10.08.2025 - Rojanekırın : 12.08.2025
Germahiya hewayê vê hefteyê jî wê li gor demsalê zêde be

Ankara

Germahiya hewayê vê hefteyê jî li seranserê welêt li gor demsalê wê zêde be.

Pisporê Texmîna Hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Abdullah Macît der barê rewşa hewayê ya heftane da agahî da nûçegihanê AAyê.

Li gorî nirxandinên dawî, li deverên hundir ên herêma Rojhilatê Behra Reş û her wiha li rojhilatê Qers, Erdexan û Erziromê baran tê payîn.

Macît destnîşan kir ku li deverên din ên welêt baran wê nebare û hewa jî wê ewravî û sayî be.

Macît daxuyand ku li herêmên başûr û rojava germahî wê li gor asta demsalê zêde dewam bike û wiha got: "Di hefteya pêş me da jî germahî wê wiha dewam bike. Roja çarşemê germahî wê li deverên bakurê rojavayê welêt kêm bibe û wê li gor demsalê be."

Macît her wiha destnîşan kir ku germahî wê li herêmên başûr li gor asta demsalê di navbera 4 û 7 pileyan da zêde be û hişyarî da welatiyan ku heta ku ew mecbur nemînin bila di navbera saet 11.00 û 16.00î da dernekevin derva.

Macît ragihand tê payîn ku li bakurê rojavayê welêt, li herêma Egeya Bakur 3 roj bahoz wê çêbibe û ji ber vê di hatinûçûyînê da dibe ku astengî derkevin holê.

Macit destnîşan kir ku di tevahiya hefteyê da li sê bajarên mezin baran nayê hêvîkirin.

Macît anî ziman tê payîn ku germahî wê li Enqereyê di navbera 33 û 34 pileyan da, li Stenbolê di navbera 30 û 32 pileyan da û li Îzmirê jî di navbera 38 û 41 pileyan da be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın