Jiyan

Germahiya hewayê vê hefteyê jî wê li gor demsalê zêde be

Fatma Sevinç Çetin  | 03.08.2025 - Rojanekırın : 05.08.2025
Germahiya hewayê vê hefteyê jî wê li gor demsalê zêde be

Ankara

Germahiya hewayê li seranserê welêt vê hefteyê jî wê li gor demsalê zêde be.

Pisporê Texmînkirina Hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Cengîz Çelîk der barê rewşa hewayê ya ku vê hefteyê tê texmînkirin da agahî da nûçegihanê AAyê.

Çelîk daxuyand ku li gor nirxandinên dawîn germahiya hewayê wê çend pileyan zêde bibe, li rojava û qismên navîn wê li gor demsalê be, dem demî wê di navbera pileyek û 2 pileyan da zêde bibe, li rojhilatê jî wê li gor demsalê 3-4 pile zêde dewam bike.

Çelîk diyar kir ku germahî li gorî hefteya borî wê kêm bibe, lê dîsa jî li gor şertên demsalê wê zêde be.

Çelîk ragihand ku baran jî wê kêm bibare û wiha dewam kir: "Li deverên peravên herêmên Navîn û Rojhilat ên Behra Reş hefteyekê dem demî baran wê bibare. Em ê li Çiyayên Torosê, Egeya navîn û deverên navîn ên herêma Rojavayê Behra Reş baranên demkurt bibînin."

Çelîk her wiha got di sê rojên pêş da li sê bajarên mezin baran nayê hêvîkirin û wiha got: "Tê payîn ku germahiya herî zêde li Enqereyê wê di navbera 33-34 pileyan da, li Stenbolê di navbera 30-32 pileyan da û li Îzmîrê jî di navbera 35-36 pileyan da be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın