İbrahim Atmaca
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, başûr û rojhilata Tirkiyeyê ewrsayî û cî bi cî pir ewrayî ye, li gor texmînê rojhilata Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê û li Bayburt, Artvîn, Erzincan, Tuncelî û Bîngolê wê tavî û teyrok çêbe û cihên din wê ewrsayî û kêmsayî derbas bibe.
Li gor texmînê li giştiyê welêt germa hewayê wê di navbera 2 û 5 pileyan da zêde bibe.
Li ser behran bahoz nayê payîn, li Marmara, Ege, Behra Spî û Behra Reş rewşa hewayê wê ewrsayî be.
Li Gola Wanê jî hewa ewrsayî û pir ewrayî tê payîn, li gor texmînê tavî û teyrokê çêbibe.