Jiyan

Germa herî bilind bi 47,1 pileyî li Sêrtê hat pîvan

Ayşe Karaosmanoğlu  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Germa herî bilind bi 47,1 pileyî li Sêrtê hat pîvan

Ankara

 Li seranserê welêt ku germa hewayê ji ser normalên demsalê ra ye, termometreyan heta nîvro li 11 parêzgehan zêdetirî 40 pileyî nîşan da.

Li gorî daneyên li ser malpera înternetê ya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, germa ji 6 heta 12 pileyan zêdetirî normalên demsalê ne.

Li welêt ku ji gelek deverên Ewropayê germtir e, ji saet 09.00 heta 13.00ê, li 11 parêzgehên welêt termometroyan zêdetirî 40 pileyî nîşan da.

Germa herî bilind bi 47,1 pileyî li Misircê ya navçeya Sêrtê hat pîvan. Bi dû wê da bi 45 pileyan Cizîra navçeya Şirnexê, bi 44,2 pileyan Bişêriya navçeya Batmanê û Qosera navçeya Mêrdînê hatin.

Parêzgeh û navçeyên ku termometroyan pileya germayê ji 40 pileyî zêdetir nîşandan wiha bû:

PARÊZGEH / NAVÇE GERMAHÎ (C°)
Adiyeman, Gextê41,2
Batman, Bişêriyê44,2
Diyarbekir, Silvan43,6
Elezîz, Qowanciyan40,1
Erzincan, Kemaliye40,2
Gazientab, Reban41,2
Meletî, Keferdiz42,8
Mêrdîn, Qoser44,2
Sêrt, Misircê47,1
Şanliurfa, Sêwreg42,8
Şirnex, Cizîr45
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.