Jiyan

Genca navçeya Bîngolê wê bi sporên avê were nasandin

Ciwanên ku li Genca navçeya Bîngolê dijîn, dixwazin bi sporên avê navê navçeyê bi hemû welêt bidin bihîstin.

İbrahim Atmaca  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Genca navçeya Bîngolê wê bi sporên avê were nasandin

Bingöl

 Ciwanên ku li Genca navçeya Bîngolê dijîn, dixwazin bi sporên avê navê navçeyê bi hemû welêt bidin bihîstin.

Qaymeqamtiya Gencê ji bo ku li ser Çemê Muradê yê ku ji nav navçeyê ra derbas dibe sporên avê werin kirin, berê ciwanan bikeve sporê û werzişvanên neteweyî werin qezenckirin, di sala 2019an da bi rêya Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî "Projeya Ji Bo Sporê Dereng Nemîne, Ciwan Bimîne" hat amadekirin û di çarçoveya vê projeyê da tîma raftîngê ava kir.

Tîma raftîngê di demek kin da bala ciwanan kişand û ciwanan eleqe nîşan da. Li ser vê eleqeyê Qaymeqam Arif Gul ji budçeya qaymeqamtiyê 12 kano kirî û teslîmî Midûriya Navçeyê ya Ciwanî û Sporê kir.

10 ciwanan li ser Çemê Muradê bi pêşengiya antrenor dest bi perwerdeya kanoyê kir.

Qaymeqam Gul, Şaredar Mehmet Zekî Dîrîk, Midûrê Ciwanî û Sporê yê Bajêr Mahmut Danayiyen bi rayedarên saziyên din ên navçeyê ra hatin qada ku perwerdeya kanoyê lê tê dayîn û xebat di cî da temaşe kirin.

Gul û kesên pê ra paşê bi antrenor û werzişvanan ra parkura 8 kîlomêtreyî bi kanoyê temam kir.

Şaredarê Gencê Dîrîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li navçeyê 11 sal berê "Tîma Raftîngê ya Genc Muradê" ku ji 12 kesan pêk dihat, hat avakirin.

Dîrîk diyar kir, piştî ku tîma raftîngê hat avakirin, eleqeya ser sporên avê gelek zêde bû û daxwaz hatin û wiha dewam kir: "Birêz Qaymeqam îsal 12 kano kirîn û teslîmî Midûriya Navçeyê ya Ciwanî û Sporê kirin. Çemê Muradê nîmetekî mezin e. Armanca me ew e ku em xweşikahiyên siruştî yên Çemê Muradê têxin firsend û lîstikên sporê zêde bikin û turîzma navxweyî geş bikin. Em dixwazin di qada kano û raftîngê da ciwanan teşwîq bikin, turîzma navxweyî xurt bikin û navçeyê têxin navenda cazîbeyê."

Midûrê Bajêr ê Ciwanî û Sporê Danayiyen jî got ku ew dixwazin li navçeyê sporên avê çalak bikin, berê ciwanan bidin van branşan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın