Jiyan

Geliyê Rabatê bi xweşikahiyên xwe balê dikişîne

Sidar Can Eren  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 25.06.2021
Geliyê Rabatê bi xweşikahiyên xwe balê dikişîne

Tunceli

Li Tunceliyê Geliyê Rabatê yê di parastinê da bi xweşikahiyên xwe yên tebîetê va balê dikişîne. Li gelî avahiyên dîrokî, şirşirneg û jiyana beyanî li benda ziyaretvanan in.

Geliyê Rabatê yê bi biryara Lijneya Herêma Parastinê ya Berhemên Çandî ya Erziromê ya sala 2013an wekî qada parastî hatibû îlankirin ji bo turîzmê gelekî girîng e.

Di rojên germ da gelî bi hewaya hênik, çem, şirşirneg û golan va ji ziyaretvanan ra dibe sitargeheke baş. Gelî li Ortiliya goma Çemçeliya gundê bajêr cî digre.

Ziyaretvan bi wesayîtên xwe tên gund û beyatî digihêjin gelî û derdikevin Pireya Rabatê.

Ziyaret derdikevin pireya ji avê 5 mêtro bilindtir, li der û dorê digerin, li tebîetê seyranê dikin û wêneyan dikişînin. Hin izyaretvan jî di hewaya germ da dikevin ava binê pireyê û sobaniyê dikin.

Ziyaretvan berê xwe didin çiyayê jê ra dibêjin Kelha Rabatê, ji tunelên bi pêlekan ên ji keviran hatine çêkirin ra derbas dibin û derdikevin lûtkeyê.

Ziyaretvan li vê derê bermamiyên dîrokî û dîmenên gelî temaşe dikin, bizinkovî, werşeq, pilo û hirçên boz dibînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın