Hakan Sarı
01 Gulan 2023•Rojanekirin: 04 Gulan 2023
Newala Masîroyê bi gelî û şikeftên xwe va merivan dike hejmetkarê xwe û bi hatina biharê ra gelî şên bû ji ziyaretvanan xalî nabe.
Newala Masîroyê di navbera Çataka navçeya Wanê û Berwariya navçeya Sêrtê da li ser pişta Çiyayê Qatoyê û li Herêma Besler Derelerê ye.
Newal li Tirkiyeyê ji newalên herî mezin yek e û 12 kîlomêtre dirêj e û 500 mêtre bilind e. Newal bi menzereya xwe ya bê hemta û heybeta xwe va ziyaretvanên xwe dike hejmetkarê xwe.
Newal mazûvaniya gelek heywanên kovî û dirinde jî dike û di newalê da gelek şikeft jî hene.
- Ziyareta newalê dest pê kir
Bi hatina biharê ra Kulûba Sporê ya Siruşta Geliyan ji bo herêmê bernameyeke geşt û gerê li dar xist û 45 siruşthez beşdarî vê çalakiyê bûn û bûn hejmetkarê herêmê.
Serokê Kulûba Sporê ya Siruşta Geliyan Omer Demez ji nûçegihanê AAyê ra axivî û diyar kir ku Masîro li Tirkiyeyê ji newalên herî mezin yek e û bi siruşta xwe va merivan dike heyranê xwe.
Demez wiha axivî, "Me vê hefteyê berê xwe da Newala Masîroyê. Newal gelekî dirêj e. Tê da gelek şikeft hene. Gelek heywanên kovî û dirinde tê da dijîn. Bi hatina biharê ra newal jî xemilî û em bi 45 kesan va di newalê da geriyan. Divê her kes vê derê bibîne."
Eşref Guçluyê çiyager û rêberê profesyonel jî wiha xeberda, "Me îro bi 45 kesên kulûbê va Newala Masîroyê ziyaret kir. Em li vê derê di Newala Masîroyê da digerin, dikevin Şikeftên Meşanê û li herêma Şehristanê digerin. Vê derê biharê şên dibe û merivan dike hejmetkarê xwe. Her wiha li Tirkiyeyê ji newalên herî mezin yek di nava sînorê bajarê me da ye. Divê her kes were vê derê bibîne û keşif bike."