Geliyê Keklîkê yê li Qersê bi rengên payîzê xemilî
Kars
Geliyê Keklîkê yê li Sariqamîşa navçeya Qersê di payîzê da bi rengên sor û zer xemilî.
Li navçeyê piştî barana ku dem demî barî, çem û sûlavên li Geliyê Keklîkê û darên ku sor û zer bûne dîmenên xweş derxistin holê.
Bazên sor, sîvoreyên ku berûyan dixwin û darkutokên ku hewl didin di nav daran da hêlînan çêbikin jî rengekî bêhempa li geliyê zêde dikin.
Hezkiriyên sirûştê û wênekêş jî ji bo kişandina dîmenên bedewiya payîzê serdana gelî kirin.
Wênekêşê sirûştê Turhan Koçaş ji nûçegihanê AAyê ra got Geliyê Keklîkê bi taybetî di payîzê da xweşiktir e.
Koçaş daxuyand li vir kişandina wêneyan kêfxweşiyeke bêhempa ye û wiha got: "Me li sûlavan bi rengên payîzê wêneyên xweşik kişandin. Gelî ji bo wênekêşan bi taybetî di vê demsalê da nîmetek e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
