Haydar Şahin
06 Tebax 2020•Rojanekirin: 08 Tebax 2020
Geliyê Girmanayê ya li Hekîmxana navçeya Meletiyê bi xweşikahiyên tebiî va li benda ziyaretvanan e.
Ji nava geliyê ji hît û zinaran pêk tê ra Çemê Zihayê derbas dibe û dîmenên darên li dora çêm dîmenên balkêş derdixin holê.
Gelî 20 kîlomêtre li dûrî navenda navçeyê ye, li gelî îmkanên çalakiyên sportîf jî hene. Zinarên li gel jî balê dikişînin.
Tebîethezên ji qerebalixî û stresa bajêr aciz dibin vê derê wekî rawestgeha bînvedanê dibînin.
Havînê germahiya ava ji nav zinarên gelî dikişe hetanî 0 piletî dadikeve û ziyaretvan li vê derê seyranê dikin.
- "Em dixwazin her kes were vê derê bibîne"
Turan Karadaê Şaredarê Hekûmxanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Geliyê Girmanayê xweşikahiyên cuda rayê merivan dide.
Karadag wiha axivî: "Dibê geliyê 35 milyon salî bibînin. Em dixwazin her kes were vê derê bibîne. Ji bo sporê tebîetê, biharê jî ji bo raftîngê ciyekî rind e. Gel dikare bi dostên xwe, malbata xwe ra li vê derê konê xwe veke têra dilê xwe demaê derbas bike. Em dixwazin bi başî mazûvaniya turîstên tên vê derê bikin."
Karadag destnîşan kir ku li navçeyê gelek ciyên dîrokî û xweşikahiyên tebiî hene ji bo serastkirina der û dora herêmê ew ê xebatan bidin destpêkirin.
Karadag bal kişand ku gelî li nêzî navenda navçeyê ye, her roj kêm zêde 5 hezar kes gelî ziyaret dike, hedefa wan ew e ku vê hejmarê zêde bikin.
- "Dibê em van keşf bikin"
Osman Erolê ji Uşakê hat jî got li ser daweta hevalên xwe yên li navçeyê hat vê derê û gelî dît.
Erol diyar kir ku gelî gelekî baş e û wiha pê da çû:
"Ciyekî xweş e. Bi tevkariya hin rayedaran û wezaretê va hin xebat hatine kirin û wiha rind bûye. dibê gel were ziyareta vê derê. Ez li 7 herêmên welêt geriyam û min gelek ciyên cuda dîtin. Li her herêmê xweşikahiyeke cuda heye. Dibê em van keşf bikin. Em çiqasî qîmetê bidin van deran ew ê ewqasî pêş bikevin. Ji bo aboriya welêt jî kêr were."