Jiyan

Gavanên Agiriyî cûcikên qertelan yên ji hêlîna li ser zinarên asê ketibûn jêrê danîn cihê wan

Haydar Şahin  | 10.07.2020 - Rojanekırın : 11.07.2020
Gavanên Agiriyî cûcikên qertelan yên ji hêlîna li ser zinarên asê ketibûn jêrê danîn cihê wan

Ağrı

 Li Xamura navçeya Agiriyê 2 hevalên gavantiyê dikin hilpaskî zinaran bûn û 2 cûcikên qertelan ên ji keviran ketibûn xwarê dîsa danîn hêlîna wan.

Kerem Yagiz û hevalê wî li Uxurtaşa gundê 17 kîlomêtre li dûrî navçeyê dewar diçêrandin dengê cûcikan bihîstin û dema li herêmê geriyan jî di nav kevir û zinaran da 2 cûcikên qertelan dîtin.

Cûcikên maka wan li çil û çiyan li xwarinê digeriya ji hêlîna xwe derketibûn û ji zinar ketibûn. Gavanan qasî demekê cûcik hez kirin û paşê hilpaskî zinaran bûn û cûcik xistin hêlîna wan.

Kerem Yagiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema cûcik dîtin pêşiyê mêze kirin ku gelo birîndar bûne an na yan jî gelo dikarin bifirin.

Yagiz got ji ber ku ji qertelan ditirse pêşiyê nêzî wan nebû û wiha pê da çû:

"Dema min qertel dîtin ez tirsiyam, min got dibe ku zirarê bidin min. Paşê nêzî wan bûm û mêze kir ku ka gelo birîndar in yan na. Birîna wan tunebû. Min dema ew dîtin ez şaş û metel mam. Ez 27 salî me û min cara ewil qertel dîtin. Hetanî îro li aliyê me kesî qertel nedîtiye. Ev herêmeke zehf bilind e."

Li qadê xêncî hêlîna qertelan hêlînin kewan jî hebûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın