Jiyan

Gava pêşîn a sabitkirina "Giravên Gerok" serkeftî ye

Orhan Pehlül, Selim Sonkaya  | 28.06.2025 - Rojanekırın : 28.06.2025
Gava pêşîn a sabitkirina "Giravên Gerok" serkeftî ye

Adıyaman

 Giravên gerok ên di nava Bendava Çatê ya li Çelikhana navçeya Adiyemanê da ku di warê hebûna siruştî da hatine tescîlkirin, bi projeyekê tê xwestin ku bêne sabitkirin.

Di çarçoveya projeya ji aliyê Qaymeqamtiya Çelikhanê û Zanîngeha Adiyemanê hat amadekirin û ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê va hat pesendkirin da, giravên ku ji ber bandorên derekî weke ba, ji cihê xwe diçin û li bejayê rûdinin, tên sabitkirin.

Girava nêzîkî 80 metroçarçikî ku di nava gola bendavê da diçe û tê, ji aliyê ekîbên pispor va bi bikaranîna kelûpelên jîngehdost, weke bloka beton, werîsên pola, hesîla pola û zincîrê hat sabîtkirin.

Piştî ku beriya bi 2 hefteyan girav hat sabitkirin, hat dîtin ku ji cihê xwe nalive.

- Armanc ew e hemî giravên gerok bêne sabitkirin

Rektorê Zanîngeha Adiyemanê Prof. Dr. Mehmet Keleş ji nûçegihanê AAyê ra got ew dixwazin bibin rêgirê wê yekê ku giravên navborî heta piştî çend salan li bejayê rûnin.

Keleş destnîşan kir ku xebat erênî didomin û got, "Me giraveke xwe ya 80 metroçarçik di navenda golê da sabit kir. Armanca me ew e, em giravên gerok bi hûr û gir ên bi qasî 100 donimî ku li bejayê rûniştine, rizgar bikin û pêşkêşî geştiyariya bajêr bikin."

- Bi saya projeyê, girav dê ji nifşên siberojê ra werin veguhastin

Pisporê Teknîkî yê Neteweyî li Ofîsa Axê ya Ewropayê ya Navenda Lêkolînên Hevbeş a Yekîtiya Ewropayê Prof. Dr. Erhan Akça ku li Zanîngeha Adiyemanê li ser axê lêkolînan dike anî ziman ku bi saya vê projeyê, girav dê ji nifşên siberojê ra werin veguhastin.

Akça tekezî kir ku di dema sabitkirina giravan da wan zirar nedane jîngehê û got, "Ev girav hezar sal in ku hene û ewê hezar salên din jî bimînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın