"Gaffar Baba"yê Diyarbekiriyan; Alî Gaffar Okkan

Diyarbakir
Diyarbekirê Rêveberê Ewlekariya Parêzgehê Alî Gaffar Okkanê ku beriya 22 salan hat şehîdkirin, jibîr nakin.
Alî Gaffar Okkanê ku sala 1952yan li Hendeka navçeya Sakaryayê hat dinyayê, 30ê îlona 1970yî ji Kolêja Polîstiyê, 29ê Îlona 1973yan ji Akademiya Polîstiyê mezûn bû û weke alîkarê komîser tayinî Rêveberiya Ewlekariya Îzmîrê bû. Piştî ku li yekeyên curbicûr wezîfe kir, sala 1983yan li Rêveberiya Ewlekariya Şanliurfayê dest bi wezîfeyê kir û sala 1985an bû rêveberê şûbeyê.
Okkan sala 1986an di kadroya Rêveberiya Ewlekariya Eskîşehirê de cih girt û li wêderê sala 1992yan bû Zlîkarê Rêveberê Ewlekariyê. 6ê sermaweza 1993yan bû Rêveberê Ewlekariyê yê Sinifa 1em û weke Rêveberê Ewlekariya Qersê hat tayinkirin.
Okkan 18ê cotmeha 1997an jî weke Rêveberê Ewlekariya Diyarbekirê dest bi kar kir. Okkan bi vê re jî ji Beşa Rêveberiya Kamûyê ya Fakulteya Zanistên Polîtîk a Enqereyê mezûn bû. Zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.
Alî Gaffar Okkan 24ê çileya sala 2001ê saet derdora 17.40î dema ji meqamê xwe derket û ber bi avahiya Walîtiyê ve diçû, li semta Şehidlikê li Bulvara Sezaî Karakoç kete xefkê û di êrîşa çekdarî de şehîd ket.
Di êrîşa namerd de digel Okkan, memûrên polîs ên bi navê Mehmet Kamali, Sabri Kun, Mehmet Sepetçi, Atilla Durmuş û Selahattin Baysoy jî şehîd ketin.
- Polîsên jin cara yekê bi fermana wî derketin kolanan
Polîsên jin li Diyarbekirê cara yekê bi fermana Okkan derketin kolanan û teftîşa trafîkê kirin. Okkan 2 otomobîl kirîn û bi rengên şîn û spî boyax kir û 2 polîsên ji di wan de wezîfedar kir. Yek ji wan otomobîlan zarokên wendabûyî didan hev û teslîmî malbata wan dikir û bi ya din jî alîkariya pîr û kalên xwedan pêwîstî dikir.
- Zarok dan xwendin û berê ciwanan da werzişê
Okkab ji nêz ve bi pirsgirêkên zarokên ku li kolanan dihatin xebitandin mijûl bû û ji bo perwerdeya wan piştevaniya malbatan kir. Ji bo dûrxistina ciwanan ji rêxistina terorê û torên hişbirê, berê wan da werzişê û alîkriya kelûpelan da kulûbên werzişê.
- Weke "Serokê Fexrî" yê Diyarbakirsporê hat îlankirin
Alî Gaffar Okkanê ku ji bo bilindbûna Diyarbakirsporê ber bi Lîga 1emîn (Lîga Superê) gelekî xebitî, di vê rêyê de weke rêveberekî kulûbê jî hewl dan.
Ji ber piştevanî, şopandin û hezjêkirina wî ya ji Diyarbakirsporê re ji aliyê rêveberiya kulûbê ya wê demê ve weke "Serokê Fexrî" yê Diyarbakirsporê hat îlankirin.
- Diyarbekiriyan navê wî li zarokên xwe kirin
Diyarbekiriyan ji ber hezjêkirina Okkan, ji bo jiyandina xatireya wî navê wî li zarokên xwe kirin.
Hinek ji zarokên bajêr ên hilgirên navê Alî Gaffar di salvegera şehîdbûna wî de ji bo serdana gora Okkan diçin Sakaryayê û wî bibîr tînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.