Flamîngoyên li Hewzeya Gola Wanê bi avabûna rojê dîmenên xweşik derxistin holê

Van
Flamîngoyên li cihên avî yên li Hewzeya Gola Wanê dimînin bi avabûna rojê ra dîmenên xweşik derxistin holê.
Bi hezaran flamîngoyên ku bi germbûna hewayê ra hatin Hewzeya Gola Wanê bi gewdeyên xwe yên mezin, sitûyên xwe yên zirav û lingên xwe yên dirêj va balê dikşînin.
Flamîngoyên ku li cihên avî yên li Ercîşa navçeya Wanê gelek in digel tebîethezan ji hêla hezkiriyên wênekişiyê va jî bi baldarî tên şopandin.
Dîmenên xwarin xwarin, bêhnvedan û dema avabûna rojê ref bi ref ji ser gola Wanê firîna flamîngoyan dîmenên xweşik derdixînin holê.
Yasîn Çîftçîerê wênekêşê tebîetê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku peravên li hewzeyê mazûvantiya flamîngoyên du rêwîtiya koçê da dikin.
Çîftçîer diyar kir ku ji bo kişandina wêneyên flamîngoyan hat herêmê û got ku "Rengên sor û spî yên flamîngoyan, şîna Gola Wanê û sor geweza avabûna rojê ji bo wênekêşan dîmenên gelekî xweşik derdixînin holê. Em wênekên her dem li tebîetê li pey ronahiyê ne. Em li vir jî di ronahiyeke xweşik da wêneyên flamîngoyan dikşînin."
Hezkiriyê wênekêşiyê û Serbijîşkê Nexweşaneya Dewletê ya Şehîd Ridvan Çelîk a Ercîşê Dr. Pispor Onur Kuçuk jî got ku "em ji bo kişandina wêneyên firîna flamîngoyan, bêhnvedana wan hatin. Dîmenên gelekî xweşik derketin holê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.