Jiyan

Fistiqên ku hatin daweşandin seba xwarinê tên amadekirin

İbrahim Toprak, Şahin Seçen  | 23.09.2021 - Rojanekırın : 24.09.2021
Fistiqên ku hatin daweşandin seba xwarinê tên amadekirin

Batman

 Li Batmanê fistiq piştî ku hatin daweşandin, seba êmîş tê amadekirin.

Li bajêr daweşandina darên fistiqan ku li ser 100 hezar dekarî hatine danîn, di hefteya ewil a meha îlonê da dest pê kir û dar hemû hatin daweşandin.

Fistiqên ku bi destê karkerên çandiniyê yên demsalî hatin berhevkirin, di qazanên tijî av da fistiqên ku kakil tê da hene û yên qalik ji hev tên veqetandin û paşê fistiqên bikakil 5 rojan li ber tavê tên ziwakirin û dişînin tesîsên fistiqan.

Fistiq di şoravê da 5 rojan dimîne, paşê 9-10 deqîqeyan diqelinîn, pakêt dikin û seba firotinê dişînin piyaseyê.

Serokê Odeya Ziraetê yê Batmanê Nîzamettîn Aydîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li bajêr di 15 salên dawîn da hilberîna fistiqan zêde bû.

Aydîş daxuyand ku wan 15 sal berê bi Midûriya Çandinî û Daristanê ra wekî ceribandin fistiq danîn û îro darên fistiqan li ser eraziyekî nêzî 100 hezar dekarî hene û ev qada daran her sal zêde dibe.

Aydîş diyar kir ku îsal ji ber hişkahiyê xêr û bereketa fistiqan kêm bû, lê ji ber ku bihayê wan zêde ye, cotkar ji hilberînê xweş in û wiha dewam kir, "Fistiqa ku li vê derê çêdibe, tê xwarin û qîmetê didinê. Ji aliyê firotinê va tengasî tuneye. Par bihayê kîloya fistiqê heta 40 lireyî erzan bûbû. Îsal heta 70 lireyî tê firotin."

Aydîş diyar kir ku ew hewl didin ku fistiqê wan wekî fistiqê Batmanê were tescîlkirin.

Diyaddîn Bazganê ku lu gundê Yenîpinarê tesîsa wî heye jî got ku li ser 100 donim erazî darên wî yên fistiqê hene û 5 sal e jî ew bi tesîsa xwe ya ku fistiqan dijbêre va xizmeta welatiyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın