Jiyan

Firingiyên Qerejdaxê piştî ku bên hişkirin dê tamê bidin sifreyên dinyayê

Ahmet Kaplan  | 28.07.2021 - Rojanekırın : 29.07.2021
Firingiyên Qerejdaxê piştî ku bên hişkirin dê tamê bidin sifreyên dinyayê

Diyarbakir

 Li herêma Qerejdaxê ya ku dikeve navbera Diyarbekir û Rihayê, firingiyên ku li ser 4 hezar donim erdî tên ajotin, piştî hişkirinê dê bo çarheqalê dinyayê bên îxrackirin.

Firingiyên ku miteşebis Muzaffer Işikli yê ji Manîsayê hat û bi hevkariya cotkarên li Diyarbekir û Rihayê ra hilberandin, dê tamê bidin sifreyên dinyayê.

Bi tonan firingiyên ku ji meha nîsanê vir va bi ked û zehmetiyeke mezin hatin ajotin, piştî berhevkirinê li ser pîneyên spî hatin raxistin da ku hişk bibin.

Firingî pêşiyê di nava zeviyê da tên berhevkirin û her wisa paşê jî bi wesayîtan tînin ciyê hişkirinê û li vê derê jî karker firingiyan dikin du kerî û li ser pîneyan radixin.

2 hezar û 800 ton firingiyên ku li herdu parêzgehên navborî tên hilberîn, piştî hişkirinê dê bi rêya fîrmayan bo Amerîka, Rûsya û welatên Ereb û Ewropayê bên îxrackirin.

Işikli ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi qasî 10 salan e ew di sektora hişkirinê da dixebite û par ji herêma Qerejdaxê bi qasî 700 tonî firingiyê hişkirî hat berhemanîn.

Işikli bal kişand ku îsal di çarçoveya ajotina bipeyman da 2 hezar 500 donimê wê li Diyarbekirê, 1500 donimê wê jî li Rihayê bi tevahî li ser 4 hezar donim erdî firingî ji hêla cotkaran tê berhemanîn û ev çend hefte ne jî sezona hişkirinê dest pê kir.

Işikli wiha axivî, "Bi tenê li Diyarbekirê heta niha me 3 hezar ton firingî dan kerîkirin. Qada hişkirina firingiyan 250 donim e. Di van ciyên raxistina firingiyan da rojane bi qasî 300 kesî dixebite. Heger em yên di zeviyan da jî dixebitin bidin ser ev amar dike rojane 1500 karker. Ev karkerên me berê wekî karkerên demsalî diçûn parêzgehên rojava, lê êdî pêwîst nake ku biçin. Li memleketê xwe li ser erdê xwe dixebitin û dema dibe êvar jî diçin malên xwe. Heqê wan jî, em li herêma Egeyê çi didin karkeran, li vê derê jî em heman heqî didin. Bi vî awayî em li herêmê derfeta îstixdamê dabîn dikin."

Karker Ozlem Kîraza ku di zeviyê da firingiyan berhev dike, diyar kir ku ew ji bo debara malbatê ji par va di zeviyên firingiyan da dixebite.

Kîrazê diyar kir, bi xêra vê derfetê êdî pêwîst nake ku ew wekî karkerên demsalî biçin dervayî bajêr.

Seher Hubelê jî diyar kir ku ew ji bo debara malê digel birayê xwe di zeviyê da rojane bi 75 lireyî dixebite.

Hubelê diyar kir ku ew berê wekî karkerên demsalî diçûn bajarên din û wiha dewam kir, "Lê xebata vê derê xweştir e, li ber derê me ye. Dema dibe êvar em diçin mala xwe. Ev der xweştir e, qet nebe ser û sîçê me paqij e, xwarina me amade ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.