Firingiya Qozlixê ya tescîlkirî bi mezinahî û bi tehma xwe derdikeve pêş
Batman
Firingiya li Qozlixa navçeya Batmanê tê çandin û tescîlkirî ye, bi mezinahiya xwe û bi tehma xwe derdikeve pêş.
Firingiya ku di nava berên girîng yên çandiniyê yên navçeyê da ye, di sala 2023yan da ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirk (TPMK) va bi nîşana erdnîgariyê hate tescîlkirin.
Li 14 gundên li cihên bilind yên Qozlixê firingiya ku li ser 600 donim zevî tê çandin bi mezinahî, aroma û bêhna xwe hem bi çavan xweşik xuya dike û hem jî tehma devan xweş dike.
Cotkarên ku komkirina firingiyan di meha Tebaxê da dane destpêkirine heta dawiya meha Cotmehê didomînin, piştî ku pêdiviyên mala xwe peyda dikin, firingiyên mayî li bajar û navçeyên derdorê difiroşin.
Qeymeqamê Qozlixê Umît Firat Boçkun ji nûçegihanê AAyê ra got ku dirûna firingiya Qozlixê ya tescîlkirî didome.
Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Batmanê Necdet Tuncer diyar kir ku ew dixwazin tovê firingiyê jî tescîl bikin.
Mehmet Katanê ku li gundê Gumuşorguya li ser navçeyê dijî diyar kir ku ew li ser 5-6 donim erdî firingî diçîne û çandina xwe bi awayê ku ji bavan û bapîrên xwe dîtiye, didomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
