Jiyan

Fatma Karakeçiya dayika sê zarokan bi cil û bergên herêmî derket qada tenisê

Eşber Ayaydın  | 07.06.2021 - Rojanekırın : 11.06.2021
Fatma Karakeçiya dayika sê zarokan bi cil û bergên herêmî derket qada tenisê

Şanlıurfa

 Bi telîmata Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu li taxên Şanliurfayê yên gundewar qadên werzişê yên tê da korta tenîsê jî heye hatibûn çêkirin ku yek ji wan jî qada Saribalê ye û welatî eleqeyê nîşanî van deran didin. Jinên cil û bergên herêmî li xwe kirine jî tên werzişê û balê dikşînin.

Wezîr Kasapoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên qada tesnîsê ya li Taxa Saribalê parvekiribû ku ev der bala gelek kesan dikşîne.

Mamosteyê perwerdeya bedenê Yusuf Avcibaşî jî gelekî hewl dide ku eleqeya welatiyan bikşîne vê qadê û werzişê.

Ji bilî mêr û zarokan jinên bi cil û bergên herêmî tên tenîsê bilizîn balê dikşînin û dîmenên rengîn derdikevin holê.

- Ji bo piştgiriyê bide qîza xwe dest pê kir

Fatma Karakeçiya (40) dayika sê zarokan a li vê taxê dijî li ser daxwaza qîza xwe dest bi tenîsê kir.

Karakeçiya bi cil û bergên herêmî tenîsê dilîze wiha behsa destpêkirina vê werzişê kir: "Mamosteyekî me yê perwerdeya bedenê hebû, li vir qadeke ji axê çêkir. Li wir dilîstin, paşê qîza min jî tenîsê hez kir û got 'Dayê ez ê jî bilîzim'. Ji bo ku ezpiştgiriyê bidim wî min jî got 'Hadê em bi hev ra bilîzin' û min wisa dest pê kir. Ewil hinekî zehmet bû, lê niha ez hîn bûm."

- "Min di serî da curet nekir, lê paşê hatim û min leyîst"

Karakeçiyê spasiya Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Kasapoglu kir û got heke ew bê ziyareta taxa wan ew dixwaze bi wî ra tenîsê bilîze.

Karakeçiyê diyar kir, zarokên ku wan dibînin jî dixwazin bi dayikên xwe ra derkevin kortê û wiha dewam kir:

"Min di serî da curet nekir, lê paşê hatim û min leyîst. Jinên gundê me jî pêşiyê nexwestin, paşê eşqa wan jî pê ra hat. Înşeallah ew ê jî werin û em ê hemû bi hev ra bileyîzin. Mêrê min jî piştgiriyê dide min. Mêrê min tenîs naleyîze, lê ew jî fitbol dileyîze. Bira hemû jinên gundiyan werin da ku em bileyîzin. Min li vê derê leyîst, bira ew jî werin bileyîzin. Jinên me yên vê derê şerm dikin, dibêjin eyb e. Di sporê da eyb tuneye, bira werin em bileyîzin. Hesteke pir baş e ku ez bi keça xwe ra dileyîzim. Ez carinan wê têk dibim carinan jî ew min têk dibe."

Buşra Karakeçiya xwendekara pola heştemîn jî ji bo ku bi diya xwe ra tenîsê dileyîze, pir kêfxweş e û wiha got, "Min ji diya xwe rica kir, wê jî dilê min nehîşt û bi min ra tenîs leyîst. Em vê ga wextekî pir xweş derbas dikin."

Yusuf Avciogluyê ku şêniyên herêmê bi tenîsê da nasîn jî diyar kir, piştî ku Wezareta Ciwanî û Sporê tesîs çêkirin, eleqeya şêniyên vê derê li ser sporê zêdetir bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın