Ev 15 sal e 2 leglegên ku navên "Emrah" û "Selwîxan" li wan kirine xwe li heman hewşê datînin

Van
Li Erdîşa navçeya Wanê, Yilmaz Sakînê ku ev 15 sal e 2 leglegên ku navên "Emrah" û "Selwîxan" li wan kiriye, li hewşa xwe wan dike mêvan.
Leglegên ku li hewşa Sakîn li ser dara biyê hêlîna xwe çêkirine, îsal jî bi germbûna hewayê ra vegeriyan ser hêlînên xwe.
Sakînê ku navên "Emrah" û "Selwîxan" ku 2 kesên qehremanên çîrokeke evîndariyê ne, li wan leglegan kiriye, dema dît ku legleg vegeriyane kêfxweş bû.
Sakîn gelekî li wan leglegan miqate dibe û ji bo wan qût datîne derdorê.
Yilmaz Sakîn ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku beriya 15 salan ew legleg hatine hêlîna xwe li wê derê çêkirine û her sal tên ser hêlîna xwe.
Sakîn ji bo vegera leglegan kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Îsal hinekî dereng man. Em jî xemgîn bûn, me gelo îsal nayên. 19ê Nîsanê me dît ku hatin."
Zarokeke taxê ya bi navê Nazlîcan Yagizê jî anî ziman ku ew pir ji leglegan hez dike û got, "Em her roj bi hevalên xwe ra tên û li vê derê li leglegan temaşe dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.