Jiyan

Erzirom, Qers û Erdexan di nîvê havînê da vegûherîn zivistanê

Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Tevhid Furkan Nehri, Hüseyin Demirci  | 04.07.2025 - Rojanekırın : 04.07.2025
Erzirom, Qers û Erdexan di nîvê havînê da vegûherîn zivistanê

Erzurum

 Erzirom, Qers û Erdexan bi sermaya ku di meha tîrmehê da li wan bi bandor bû, vegûherîn zivistanê.

Li Rojhilatê Anadoluyê seranserê hefteyê, barana gur û serma bi bandor bû.

Li gorî daneyên meteorolojiyê bi şev li Erdexanê û Qersê pileya germayê ya herî kêm weke 7, li Erziromê jî weke 9 pileyan hat pîvan.

Li hersê parêzgehên ku di havînê da zivistan lê tê jîn, welatî ji bo xwe ji sermayê biparêzin cilên sitûr li ber xwe kirin.

Lutkeya Çiyayê Palandokenê yê li Erziromê jî bi mijê nixumî, li Qersê jî li hinek qehwexaneyan sobe hatin dadan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın