Jiyan

Erzirom navend li 5 parêzgehan li dijî hişbirfiroşan operasyona "berbangê"

Erzirom navend di operasyona "berbangê" ku li 5 parêzgehan bi awayekî hevdem li dijî hişbirfiroşan hat lidarxistin da 13 berşik hatin binçavkirin.

Önder Beyter  | 17.11.2020 - Rojanekırın : 17.11.2020
Erzirom navend li 5 parêzgehan li dijî hişbirfiroşan operasyona "berbangê"

Erzurum

Erzirom navend di operasyona "berbangê" ku li 5 parêzgehan bi awayekî hevdem li dijî hişbirfiroşan hat lidarxistin da 13 berşik hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erziromê da di kordîneya Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk a Ewlekariya Erziromê da li Erzirom, Enqere, Stenbol, Îzmir û Kocaeliyê ji bo desteserkirina 15 berşikên hişbirfiroş xebat hat destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da 120 polêsên ku di navê da tevgera taybet, hêza pola û ekîbên asayîşê jî hene, bi awayekî hevdem "berbangê" bi ser 16 navnîşanên ku hat tesbîtkirin, bazirganiya madeya hişbir dikin da girtin.

Di operasyonê da 13 berşikên hişbirfiroş ku wekî "tûrikvan" tên binavkirin hatin desteserkirin.

Li navnîşanên ku polêsan derî şikênandin û ketin hundir da kûçikên dedektorên narkotîk jî lêgerîn pêk anîn. Di navnîşanan da 2 demançeyên viroke, 109 fîşengên wan û 978 gram hişbir hatin bidestxistin.

Li parêzgehên ku berşik hatin desteserkirin, miemeleya wergirtina îfadeyên wan dest pê kir. Hat ragihandin ku xebatên desteserkirina 2 berşikên ku li navnîşanên xwe nebûn, berdewam in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.