Erdên li Tekirdaxê bi reng û rûberê xwe bala geştiyaran dikişînin

Tekirdağ
Erdên lewante û gulberojan ên li Tekirdaxê bi rengên şirîkî û zer bala geştiyaran dikişînin.
Erdên li navendê û li navçeyan bi cumbuşa rengan va ji destpêka hezîranê heta dawiya tîrmehê mazûvaniya geştiyaran dikin.
Gelek kesên ku ji bajarên derdorê tên dikevin nav baxçeyên lewanteyan, dîmen û fotografên bedew dikişînin.
Baxçeyên lewante û gulberojan ku rengê studyoyeke siruştî didin, seranserê sezonê him ji bo fotografhezan û him jî ji bo yên ku dixwazin di nava siruştê da demeke xweş derbas bikin, dibe xaleke balkêş.
- "Tekirdax xwediyê siruşteke bêhampa ye"
Rêveberê Çand û Geştiyariyê yê Parêzgehê Omer Faruk Karakuçuk di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da behsa wê yekê kir ku Tekirdax di her demsalî da bala geştiyaran dikişîne.
Karakuçuk anî ziman ku Tekirdax, bi baxçeyên xwe yên kanola, lewante û gulberojan dîmenekî bedew pêşkêşî bîneran dike û got, "Baxçeyên lewanteyan yên li bajarê me, bi taybetî ji hezîranê heta nîvê tîrmehê, dîmenên bedew û derfetên wênegirtinê yên bêhempa pêşkêş dikin."
Karakuçuk destnîşan kir ku lewante û gulberoj tevî ku berhemên çandiniyê ne di heman demê da di qada geştiyariya bajêr da jî xwedî cihekî taybet in û wiha pê da çû:
"Em dibînin ku bajarê me li gorî demsalê parçeyek ji her rengan dihewîne. Tekirdax xwedî erdnîgariyeke bêhempa ye ku rengên xwezayê bi tirî û qeresiyên xwe, bi lewante, kanola û gulberojên xwe, li hev vedihewîne. Em kêfxweş in ku li vê erdnîgariyê dijîn. Bi heman awayî, em li benda hemî mêvanên xwe ne ku em bedewiyên bajarê xwe bi wan ra parve bikin."
Guven Çelikê endamê Komeleya Fotografan a Tekirdaxê diyar kir ku di baxçeyên lewante û gulberojan da fotografên bedew û xweşik dikişînin û got, "Em dîmen û fotografên ku dikişînin li ser medyaya civakî parve dikin. Bi vî hawî em dixwazin ji bo danasîna bajêr bi kêr bên."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.