Jiyan

Erdê bejî yê li ser sînorê Iraqê bû baxçe û bostan

Li Şirnexê erdê bejî bi piştgiriya dewletê rû guhert û bû baxçeyê sewze û fêkiyan

Ekrem Payan, Faruk Küçük  | 24.06.2022 - Rojanekırın : 26.06.2022
Erdê bejî yê li ser sînorê Iraqê bû baxçe û bostan

Şırnak

Li Şirnexê erdê bejî yên beyar ku kes lê xwedî dernediket bi piştgiriya dewletê rû guhert û bû baxçe û bostan.

Di çarçoveya Projeya Berfirehkirina Qadên Sewze Lê Tên Ajotin da ku bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Daristanê va tê kirin sala par li seranserê bajêr ji sedî 90 hîbekirî 128 hezar şitlên firingî, îsot, balîcan, xiyar, kelem, marol, maydanoz û şitlên fêkiyan hatin belavkirin û li qada ji 200 dekarî pêk tê hatin ajotin.

Ji wan şitilan 55 hezarên wê li zeviyên gundê Bugdayli, Kavakozu, Bostanci, Ovakoy, Başkoy, Aktepe, Kapili û Çardakê ku nêzî sînorê Iraqê ne li ser 60 dekarî hatin danîn. Bi şitilan va erdê bejî yê beyar rû guhert û bû baxçe û bostan.

Li seranserê bajêr ev yek bi kêrî bêkariyê jî hat û hin kes bûn xwedî kar û ji bo gundiyan jî bû deriyê debarê.

Alîkarê Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Hurşît Acar got ku sala par bi 7 cotkar û 70 dekar zevî va dest bi vê projeyê kirin û îsal 200 dekar cî hat ajotin.

Acar ragihand ku ew dixwazin 1500 dekar zevî bi şitilên fêkî û sewzeyan bixemilînin û wiha domand: "Me îsal 128 hezar şitil da. Dema me li bajêr mêze kir dît ku di vê mijarê da girêdayî dervayê bajêr in, me jî ji bo helkirina vê kêmasiyê ev proje da destpêkirin. Di nav 5 salan da em dixwazin ku ev qad bigihîje 1500 dekarî."

Ji cotkaran Îsmaîl Uçarê ji gundê Bigdayliyê ye jî got ku ew ji vê projeyê razî ne û wiha domand: "Niha li zeviya min havîn û zivistan tev xebat heye û 18 kes dixebitin."

Ji gundê Çardakliyê jî Nurettîn Tayşun got ku wî li 4 dekarî firingî û xiyar daniye û serê dekarê 10 ton fêkî radike û niha 8 kes li cem dixebitin.

Emîne Akmana li gundê Sirtkoy a ser navçeya Îdilê jî cotkariyê dike destnîşan kir ku Midûriyeta Çandinî û Daristanê wan bi cotkarên zana ra tîne bal hev û di qada cotkariyê da ew kêmasiyên xwe hîn dibin û hê çêtir karê xwe dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.