Ekspresa Rojhilat a Geştiyarî coşî da Gola Çildirê
Kars
Gola Çildirê ya di nava sînorên parêzgehên Qers û Erdexanê da ku yek ji giringtirîn navenda geştiyariyê ya welêt e, bi destpêkirina geştên Ekspresa Rojhilat a Geştiyarî, bi coş û geştir bû.
Beşek ji rûyê Gola Çildirê ku piştî Gola Wanê duyemîn gola herî mezin a Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, ji ber sermaya ku bandorê li herêmê dike, qerisî. Tebeqeya qeşayê ya ku piştî barîna berfê spî bû, dîmenek xweşik çêkir.
Li herêma gundê Taşbaşi ya navçeya Arpaçay a Qersê, gol qerisî û qalindahiya qeşayê gihîşt nêzîkî 20 santîmetroyan. Kesên ku derketin ser qeşaya gola 123 kîlometreçarçikî, demeke bi kêf derbas kirin.
Bi destpêkirina geştên Ekspresa Rojhilat a Geştiyarî, geştiyar hatin ser golê û bi xizankên hespan li ser golê geriyan.
Rêwiyên pêşîn ên trênê, ku ji meşa li ser golê kêf girtin digel geştiyarên biyanî li ser qeşayê demek xweş derbas kirin.
Peter Roblreiter ê ku ji Almanya bi mebesta beşdariya Ekspresa Rojhilat a Geştiyarî, hatiye ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî ji rêwîtiya trênê pir kêf girtiye.
Roblreiter anî ziman ku ev duyemîn rêwîtiya wan a trênê li cîhanê ye û got, "Almanya jî pir sar e, lê ez li vir pir kêfxweş im. Ez ji Qersê hez dikim, ev geşteke pir baş e."
Rizkia Amania Mansur a Endonezyayî hestên xwe parve kirin û got, "Ev rêwîtiyek ecêb bû, bi rastî jî pir xweş bû. Ev cara yekem e ku ez bi Ekspresa Rojhilat a Geştiyarî rêwîtiyê dikim, ez pir bi kelecan im. Atmosfêra li vir bi tevahî cuda ye; pir sar e, pir xweş e, lê ev cara yekem bû ku ez derketim ser qeşayê."
Bunyamin Aslanê kargêrê xizanga hespan jî anî ziman ku bi hatina trênê ra qerebalixî zêdetir bûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
