Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk di heyama nû da ji Qersê derket sefera xwe ya ewil
Kars
Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk a ku di xeta Enqere-Qersê da xizmetê dide di heyama nû da ji aliyê Qersê derket sefera xwe ya ewil.
Eleqeya ji bo Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk a ji ber ku Ekspresa Rojhilatê têrî daxwaza rêwiyan nedikir û ji bo ku xizmeteke baştir bide û turîzma navxweyî zêde bibe bi xebata hevpar a Wezareta Gihandin û Binesaziyê û Wezareta Çand û Turîzmê va di 29ê gulana 2019an da kete xizmetê, dewam dike.
Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk a ku ji vagonên bixwarin û nivîn pêk tê wek konsept di xeta Enqere-Qersê da derfet dide ku cîhên dîrokî û çandî yên girîng bên dîtin.
Vê heyamê Ekpresa Rojhilatê ya Turîstîk dê ji Enqereyê di navbera 22yê kanûnê-27ê sibata 2026an da, ji Qersê 24ê kanunê-1ê adara 2026an da xizmetê bide.
Ekspres ji Enqereyê dê rojên duşem, çarşem, înê ji Qersê jî çarşem, înê û yekşemê derkeve. Rêya Enqere-Qers û Qers û Enqereyê ya 1300 kîlomêtroyî biqas, 32 saetan da tê temamkirin.
Trêna ku ji bo zindîkirina turîzmê duh êvarê hat Qersê piştî ku rêwiyan rojekî bêhna xwe berda paşda vedigere.
Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk a ku ji Gara Trênê ya Qersê rêwiyên xwe hildan di saet 21.05an da ber bi Enqereyê va derket rê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
