Dîmenên hespên serberedayî yên li Qerecdaxê bi dronê hatin kişandin
Diyarbakir
Dîmenên hespên serberedayî yên li Qerecdaxê yên ku piştî berf heliya derketin zozanan, bi dronê hatin kişandin.
Zozanên Qerecdaxê ya ku bilindahiya wê 1957 mêtro ye û li ser sînorê Diyarbekir, Mêrdîn û Şanliurfayê ye, her demsal mazuvaniya wênekêş û sirûşthezan dike.
Li zozanên quntara çiyayê ku berê agirîn bûye û paşê vemiriye, çûkên koçber, pez, bizin, çêlek, hêştir û hespên serberedayî dihewin.
Zozanên ku zivistanê çîlspî ne piştî ku berf dihele hêşîn dibin û ji hespên serberedayî ra dibin cihê çêrînê.
Dîmenên hespên serberedayî yên ku li erazî bi azad dibezin bi dronê hatin kişandin.
