ÎSTANBUL
Dozgerê Buroya Sûcên Karmendan ê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Mehmet Selîm Kîrazê ku terorîstan ew li Edliyeya Stenbolê rehîn girtibû û piştî operasyona ku hat kirin bi birînên xedar rakirin nexweşxaneyê, mir.
Midûrê Tendirustiyê yê Bajarê Stenbolê Selamî Albayrak li ber Nexweşxaneya Florance Nîghtîngaleyê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku dozger Kîrazê 46 salî yê ku ji hêla terorîstan ve dîl hatibû girtin bi birînên xedar ve anîn nexweşxaneyê.
Albayrak destnîşan kir ku tevlî mudaxeleya hemû cerah û hekîman heya ji destê wan hat xebitîn û wiha pê de çû: "Mixabin birêz dozgerê me can da, serê xelkê me sax be. Der heqê vê meseleyê de agahiyên ku niha ez dikarim bi we re parve bikin evqas in."
Rojnamegerekî ji Rektorê Zanîngeha Zanîstê ya Stenbolê Prof. Dr. Çavlan Çîftçî pirsî "Gelo gule li serê dozger Kîraz ketibû?" û Çîftçî jî bersiv da û wiha got: "Belê, gule lê ketibû. Him li serê wî û him jî li singê wî ketibû. Dema anîn nexweşxaneyê bêhn nedistend. Ekîba me mudaxale kir lê mixabin tevlî hemû mudaxaleyan ew cangorî bû."
Çîftçî ragihand ku dozger dema anîne nexweşxaneyê rih tê de nemaye û wiha pê de çû: "Dozger di saet 20.50yî de anîn nexweşxaneyê û di saet 21.55an de mir. Lê dema ku ew anîbûn rih tê de nemabû wê demê miribû. Me bi qasî saetekê mudaxale kir lê mixabin bi kêrî tu tiştekî nehat."
Nimêja cinazeyê dozger Kîraz piştî nimêja nîvrojê li Mizgefta Eyup Siltanê wê bê kirin û paşê jî di Goristana Eyupê de wê bê definkirin.
- Bîyografiya dozger Kîraz
Dozgerê Komarê Kîraz di sala 1969an de li Sêrtê hat dinyayê. Lîseya Îmam Hatîpê ya Mêrsîn û Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê xilas kir. Bi qerarnameya Lijneya Bilind a Dozger û Hakiman (LBDH) ve di sala 2010 de di Dozgeriya Komarê ya Gazaîosmanpaşa ya Osmaniyeyê de hat bicihkirin û 4 salan li vê derê xebitî. Piştî vê dîsa bi qerarnameya LBDHyê ya havînê li Buroya Sûcên Karmendan ê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat wezifedarkirin. Xanima Kîrazê ku bavê du zarokan e jî li Qesra edaletê ya Stenbolê hakim e.
Dozger Kîraz ev du meh bû ku li dosyaya jêpirsîna der heqê mirina Berkîn Elvan ê ku di bûyerên Parka Geziyê de birîndar bûbû û piştî 269 rojan li nexweşxaneyê miribû dinihêrt.