Jiyan

Dora Gola Hezarê bi rengên payîzê xemilî

İsmail Şen  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Dora Gola Hezarê bi rengên payîzê xemilî İsmail Şen

Elazig

 Gola Hezarê ya li Sîvrîceya navçeya Elezîzê bi rengên payîzê xemilî û ji bo wênekêş û siruşthezan dîmenên xweş pêşkêş dike.

Gola Hezarê ya ku 25 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, li bakur bi çiyayên Mastar û Çelembîkê, li başûr bi Çiyayê Hezarbabayê û li rojavayê jî bi Çiyayê Kuşakçi va dorpêçkirî ye.

Rûberê golê 82 kîlomêtroçargoşe ye û peravên wê jî 56 kîlomêtro ye. Gol bi bedewiya xwe ya siruştî ya bêhempa, park û baxçeyên derûdorê va mêvanên xwe diezimîne.

Ziyaretvanên tên nêzîkî gundê Gezînê û Plajkoyê kêfa dîmenan derdixin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın