Elazig
Gola Hezarê ya li Sîvrîceya navçeya Elezîzê bi rengên payîzê xemilî û ji bo wênekêş û siruşthezan dîmenên xweş pêşkêş dike.
Gola Hezarê ya ku 25 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, li bakur bi çiyayên Mastar û Çelembîkê, li başûr bi Çiyayê Hezarbabayê û li rojavayê jî bi Çiyayê Kuşakçi va dorpêçkirî ye.
Rûberê golê 82 kîlomêtroçargoşe ye û peravên wê jî 56 kîlomêtro ye. Gol bi bedewiya xwe ya siruştî ya bêhempa, park û baxçeyên derûdorê va mêvanên xwe diezimîne.
Ziyaretvanên tên nêzîkî gundê Gezînê û Plajkoyê kêfa dîmenan derdixin.
