Jiyan

Diyar bû sedema bêhna teniyê ya li Enqereyê şewatên li Kastamonuyê ne

Fatih Gökbulut  | 03.09.2025 - Rojanekırın : 04.09.2025
Diyar bû sedema bêhna teniyê ya li Enqereyê şewatên li Kastamonuyê ne

Ankara

Walîtiya Enqereyê ragihand ku bêhna teniyê ya ku li giştiyê bajêr tê hîskirin, ji ber wan şewatan e ku li Kastamonuyê dewam dikin û her wiha bi tesîra bayên bakur tê hîskirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin:

"Li gorî agahiyên ji Midûriyeta Herêmê ya Daristanê û Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê hat wergirtin, diyar bû ku bêhna teniyê ya ku li giştiyê bajêr tê hîskirin, ji ber wan şewatan e ku li Araça Kastamonuyê dewam dikin û her wiha bi tesîra bayên bakur gihêştiye parêzgeha me û di nav sînorên parêzgeha me da tu bûyereke şewatê tuneye. Ji bo agahdarbûna gelê me."

Ji aliyê din va eşkere bû, ji ber bêhna ku ji êvarê û pê va xwe nîşan da, bo 112 Navenda Gazî û Hawarê gelek îxbar hatin kirin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da jî hat diyarkirin, tenî û dûyê şewatên daristanê yên ku li Kastamonu û Karabukê dewam dikin, bi tesîra bayên bakur li giştiyê Enqereyê tesîra xwe nîşan da.

Di daxuyaniyê da her wiha hat destnîşankirin ku tê pêşbînîkirin, dû û konsantrasyona bi bayê ra tê, dê piştî periyota 24 saetên li pêş me kêm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın