Jiyan

Di turîzma Başûrê Rojhilat da liv û lebata Eyda Qurbanê

Müslüm Etgü, Orhan Pehlül, Adsız Günebakan  | 22.07.2021 - Rojanekırın : 23.07.2021
Di turîzma Başûrê Rojhilat da liv û lebata Eyda Qurbanê

Şanlıurfa

 Li Entab, Riha û Adiyemanê ku ji navendên sereke yên turîzma çand, bawerî û gastronomiyê ne, liv û lebata Eyda Qurbanê zêde bû.

Li herêma ku bi berhemên xwe yên dîrokî, edetên xwe yên qedîm û tamên xwe yên resen va li hemû dinyayê navdar e û bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne, bi wesîleya Eyda Qurbanê liv û lebata ziyaretvanan zêde bû.

Entaba ku bi berhemên dîrokî û rawestgehên tam û çêjê va xwedî ciyekî bijare ye, gelek turîst ezimandin.

Bi hatina Eyda Qurbanê liv û lebata li Muzeya Mozaîqên Zeugmayê, Sûka Paxirvanan, Sûka Sêvfiroşan, Keleha Entabê û Bexçeyê Ajalan ê Entabê zêde bû.

Alper Akmanê ji Konyayê hatî wiha xeberda, "Ev demeke dirêj bû me dixwest em bên Entabê. Betlaneya eydê jî bû wesîleya vê yekê. Em ê bi dilê xwe li bajêr bigerin."

- Şanliurfa

Li "bajarê pêxemberan" Rihayê turîst dikarin gelek ciyên dîrokî yên wekî Binkeya Gola Masiyan, navçeyên Heran û Xelfetiyê û her wiha Gobeklitepeya ku bi 12 hezar sal raboriya xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, bigerin.

Ziyaretvanên bajêr ji xeynî ziyaretkirina ciyên dîrokî, her wiha dikarin ji tamên resen ên bajêr tam bikin û zikê xwe pê têr bikin.

Serokê Odeya Rêberên Turîstan a Herêma Rihayê Muslum Çoban diyar kir, liv û lebata ku bi pêvajoya asayîbûnê dest pê kir, bi hatina Eyda Qurbanê zêdetir bû.

Enes Akyol ku ji Gumuşhaneyê digel malbata xwe hatiye, diyar kir ku ew bi wesîleya betlaneya eydê, derketin gera Başûrê Rojhilat û wiha got, "Di vê çarçoveyê da em li Riha, Diyarbekir û Mêrdînê geriyan. Me zehf dixwest em bên Rihayê û em hatin. Em pir kêfxweş in."

- Adiyeman

Li Çiyayê Nemrûdê ya di nava sînorê Kahtaya navçeya Adiyemanê da ku di "Lîsta Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê" da ye û weke "cihê here baş ku hilatin û avabûna rojê lê tê dîtin" tê naskirin jî bi Eyda Qurbanê ra qelebalixî zêde bû.

Ziyaretvan Orhan Onart diyar kir ku ew ji bo betlaneya eydê ji Bursayê hatin Adiyemanê û kêfa wan zehf ji bajêr ra hat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın